Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haciyên Tirkîyê Rastî Hêrişekê Hatin li Sûrîyê


Çekdaran li bakûrê Sûrîyê, karwanekê otobûsên haciyên Tirkîyê gullebaran kirin û du kes birîndar kirin.

Ew hacî ji Erebistana Saudî ve ber bi welatê xwe diçûn û li gor medyaya Tirkîyê ketine ber hêrişeka çekdarî dema li xaleka vekolînê rawestiyan û pirsyara rêkê kir.

Karwanê haciyan paşî derbazî axa Tirkîyê bûn û birîndar li nexweşxaneka nêzîkî sînorê hatine derman kirin.

Wezareta derve ya Tirkîyê roja Duşembî piştrast kir ku haciyên tirkîyê li nav axa Sûrîyê rastî hêrişekê hatin, lê belê çi pêzanînên zêdetir nedan.

XS
SM
MD
LG