Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîl Xelef: Cezayên Ereban li Dijî Rejîma Sûrîyê Gelek Dereng e


Xelîl Xelef: Cezayên Ereban li Dijî Rejîma Sûrîyê Gelek Dereng e

Komkara welatên Ereb roja Yekşemê cezayên aborî li dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed ragihand.

Di dengdanekê de li Qahîre, 19 welatên Ereb piştevaniya biryara cezayên li dijî rejîma Sûrî kir, Îraq û Libnanê deng nedan.

Çalakvanê siyasî Xelîl Xelef li Londonê dibêje, biryara cezayên li dijî Sûrîyê “gelekî dereng bû, lê hebûna wê çêtir e ji nebûna wê.”

Birêz Xelef herwiha got ku ji ber helwêsta Îraq û Libnanê, dibe ku bandora cezayên welatên Ereb li ser rejîma Sûrî sist be.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Xelîl Xelef re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG