Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştiyan li Sûrîyê li 5,000 Kesan Zêdetir e


Hejmara Kuştiyan li Sûrîyê li 5,000 Kesan Zêdetir e
Hejmara Kuştiyan li Sûrîyê li 5,000 Kesan Zêdetir e

Bizavkarên Mafên mirovan dibêjin, hêzên ewlekarîya hikûmetê 11 kes kuştin û bi dehan kesên din birîndar kirin li bakûra rojava Sûrîyê, li heman dem Neteweyên Yekgirtî ragihand ku jimara kuştîyan di alozîyên Sûrîyê de ji 5,000 kesan derbaz bû.

Çavdêrîya Mafên Mirovan yên Sûrî bingeh li London roja Sêşemê ragihand ku piranîya kuştîyên li van dawîyan li herêma Îdlib bûn, liser sînûrê Tirkîyê.

Berpirsa ajansa Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî, Navi Pillay, roja Duşemê got ku li gor raportên bawerpêkirî jimara kuştîyan li demê neh mehên aloziyan li Sûrîyê li meha ji 5,000’an pitir bûne.

Xanim Pillay daxuyanîyek da piştî komb[nê ligel nûnerên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî li New York û got ku divê Dadgeha Tawana ya Navneteweyî berê xwe bide tundûtujîyên Sûrîy;.

Li heman dem, ajansa SANA ya dewleta Sûrî roja Sêşemê ragihand ku leşkerên parastina sînûran şer ligel komeleka pêkhatî ji 15 tîroristan kir, ku bizav dikir ji Tirkiye bikevin Sûrîye û 2 ji wan kuştin.

XS
SM
MD
LG