Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

14 Kesên Sivîl û Şeş Leşkerên Rejîma Sûrî Hatin Kuştin


14 Kesên Sivîl û Şeş Leşkerên Rejîma Sûrî Hatin Kuştin

Li gor çalakvanên Sûrî, di şer û pevçûnên roja Yekşemê de li naverast û bakurê welatî herî kêm 14 kesên sivîl û şeş leşkerên hikûmetê hatin kuştin.

Rêkxistiya Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan li Londonê ragihand ku şeş leşkerên rejîmê li bajarokê Quseyr li Humisê hatine kuştin.

Herwiha li gor ajansa Associated Press, şer û pevçûn li hejmareka gundên devera Cebel El Zawiye li herêma Îdlib ya hevsînor ligel Tirkîyê çêbûn.

Çalakvan radigihînin ku li aloziyên Humis û Îdlibê bi kêmî ve 14 kesên sivîl hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG