Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî: Aloziya Sûrîyê Bûye Şerê Navxwe


Neteweyên Yekgirtî: Aloziya Sûrîyê Bûye Şerê Navxwe

Berpirsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekgirtî dibêje ku serkutkirina xwepêşanderên li dijî hikûmetê li Sûrîyê bû sedema çêbûna şerê navxwe li wî welatî.

Komisyonera Mafên Mirovan Navî Pillay li Jinêvayê gote peyamnêran ku hejmara leşkerên veqetiyayî yên ku şerê hikûmetê dikin bi berdewamî zêde dibe.

Pillay herwiha got ku li gor pêzanînên bawerpêkirî hejmara kuştiyan li heşt mehên serhildana li dijî rejîma Beşar El-Esed gelek ji 4,000 kesan zêdetir e. Neteweyên Yekgirtî radigihîne ku bi kêmî ve 4,000 kes li Sûrîyê hatîne kuştin.

Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî di kombûneka awarte de roja Înî gotûbêjan li ser qeyrana mafên mirovan li Sûrîyê dike.

XS
SM
MD
LG