Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Êrîşa Rejîma Sûrî li Dijî Humsê Berdewam e


Çalakvan: Êrîşa Rejîma Sûrî li Dijî Humsê Berdewam e

Çalakvanên Sûrî dibêjin, êrîşa hêzên hikûmetê li dijî bajarê Hums roja Çarşemê jî berdewam e û hejmareka kesên sivîl hatin kuştin.

Çalakvan herwiha dibêjin, bi sedema bombebarankirina wî bajarî, herî kêm 20 avahîyên wî bajarî wêran bûn.

Li gorî çalakvanan, li êrîşa hêzên hikûmetê ya li dijî wî bajarî, bi sedan kes hatîne kuştin.

Hejmara kuştîyan nehatîye piştrastkirin çûnkî hikûmeta Sûrîyê rêkê nade ajans û komelên serbixwe serdana cihê êrîşan bikin.

Hums, bajarê serekî yê serhildana li dijî desthilata zordara Serokê Sûrî Beşar El Esed e.

XS
SM
MD
LG