Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûrî Dibêjin Êrîş Berdewam in


Çalakvanên Sûrî êrîşên leşkerî ser du bajaran radigihînin, ligel vêkêşaneke ne-berfireh ji aliyê artêşa Sûrîyê ve roja Sêşemê, tevî ku hikûmet radigihîne ku wê dest bi vekêşana hemû hêzên leşkerî kirîye li gor plana nûnerê navneteweyî, Kofî Annan.

Komela Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan, bingeh li London, ragihand ku hêzên hikûmetê bajarê Hama li navenda welatî û bajarokê Mereh li bakurê rojava bombebaran kirine. Di heman demê de hin deverên bajarê Humsê rastî êrîşên hawinê hatin.

Komelê herwiha ragihand ku serhildayan şeş leşker kuştin di êrîşên ser du xalên kontrolê de nêzîkî bajarokê Mergeda, ser sînorê Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG