Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Agirbest li Sûrîyê


Hêzên hikûmeta Sûrî berdewam in li êrîşa xwe ya li dijî deverên bin kontrola serhildayan li Humsê, herçende agirbest li navbera rejîm û opozisyonê hatîye ragihandin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku hêzên ser bi Serokê Sûrî Beşar El Esed roja Çarşemê jî Hums bombebaran kir.

Wê rêxistinê herwiha ragihand ku herî kêm 9 kesên sivîl roja Sêşemê hatine kuştin.

Hikûmeta Sûrî radigihîne ku Şamê maf heye êrîşa teroristan bike.

XS
SM
MD
LG