Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: 23 Leşkerên Sûrî Hatin Kuştin


Serhildayên Sûrî.

Çalakvanên Sûrî dibêjin ku li şer û pevçûnên nêzîkî bajarê Humsê, 23 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.

Li gor çalakvanan, şer û pevçûn roja Duşemê li bajarê Rastan qewimî piştî ew bajar bi tundî ji layê artêşa Sûrîyê ve hate bombebarankirin.

Roja Yekşemê jî, hêzên rejîmê êrîşa gundê El Tamana yê Sunnî kir, mal şewitandin û dikan talan kirin. Di wê êrîşê de, bi kêmî ve pênc kesên sivîl hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG