Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofî Annan bi Serokê Sûrîyê re Kom Dibe


Nûnerê navneteweyî Kofî Annan roja Sêşemê li Şamê bi Serokê Sûrî Beşar El Esed re kom bû û daxwaz ji Esed kir ku pêgirîya plana agirbestê be.

Peyvdarê Neteweyên Yekgirtî li paytexta Sûrîyê gote Dengê Amerîka, birêz Annan gotûbêjan li ser du pirsan dike, plana aştî û komkujîya nêzîkî 110 kesên sivîl li bajarê Hûle roja Înî.

Nivîsîngeha Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ji Jinêva ragihand ku kêmtir ji 20 qûrbanîyên Hûle bi sedema bombebarankirinê hatîne kuştin.

Nivîsîngeha Mafên Mirovan herwiha ragihand ku li gor dîdevanan, piranîya qûrbanîyên Hûle ji layê çekdarên ser bi rejîmê ve hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG