Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Serhildayên Sûrî li Gundên Nêzîkî Hifê Hatin Vekêşan


Komeleke mafên mirovan ya Sûrîyê radigihîne ku serhilda ji gundên dora bajarokekî li bakurê rojavaya welatî hatin vekêşan piştî êrîşa hêzên rejîma Sûrî ku çend rojan berdewam bû.

Komela Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan roja Çarşemê ragihand, serhilda ji deverên derdora Hifê li Laziqîyê vekişîyane, cihê ku kete ber êrîşa hêzên hikûmetê bi tank û helîkopteran.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Duşemê hişyarî dabû ku hin raportên hundir Sûrîyê nîşan didin ku hêzên Beşar Esed xwe amade dikin bo pêkanîna komkujîyekê li Hifê wek tolhildan dijî piştgirîya wê bo serhildanê.

XS
SM
MD
LG