Hikûmeta Çînê ragihand ku Beijing û Moskow hêşta li dijî mudaxeleya eskerî ya bîyanî ne jibo guherîna rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed.
Peyvdarê wezareta derve ya Çînê Liu Weimin roja Sêşemê got ku Rusya û Çîn li dijî guherîna rêjîmê ne bi rêyên leşkerî.
Liu got ku herdu welat daxwaza ragirtina tundûtûjîyan li Sûrîyê û destpêkirina dîyaloga sîyasî li navbera hikûmeta Esed û opozisyonê dikin.
Serokê Rûsî Vladimir Putin roja Sêşemê serdana sê-rojî ya xwe bo Çînê destpêkir û bi rêberên wî welatî re kom bû, di nav de Serokê Çînî Hu Jintao.