Lînkên eksesibilîtî

Li Gel Agirbesta Sûriyê Êrîşên Esmanî li Parêzgeha Helebê Dibin


Gurûpeka çavdêriya şerê Sûriyê dibêje êrîşên esmanî gundewarên Helebê ji xwe re kirin armanc bo cara yekem ji dema sepandina agirbestê ve berî çend mehan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got êrîşên esmanî îro Yekşemê li gundewarên parêzgeha Idlib û Hemayê bûn, cihê ku çekdarên gurûpeka girêdayî el-Qaîde êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kir.

Hêjayî gotinê ye, rêkeftina navçeyên aram li Sûriyê ku di meha Nîsanê de hatibû îmzekirin, bi awakî berbiçav asta tundûtijiyê li piraniya Sûriyê kêm kir.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê, ku her wiha bi navê Kumên Sipî tê nasîn, got karmendên wê roja Şemiyê rastî êrîşên esmanî hatin di dema birêvebirina operasyonên rizgarkirinê de li gundê Mardix ê bakurê Idlibê ku gelek caran tê bumbebarankirin.

XS
SM
MD
LG