Bi nêzîkbûna rojîya Remezanê re, li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê qedexeya giştî hate sepandin.
Xelkê herêmê diyar dikin ku rewşa aborî berê dijwar e, di meha Remezanê de kel û pel bêhtir pêwîst in û sepandina qedexeyê karê wan diseknîne.
Ew daxwaz dikin ku alîkarî ji bo wan were pêşkeşkirin da ku karibin vê mehê derbas bikin .
Lê serkerdeyên rêveberiya xweser didin zanîn ku vîrusa COVID-19 bi awayekî mezin belav bûye û ew neçarin qedexeya giştî ragihînin da ku rê li pêş belavbûna vîrusê bigrin .
Serokê desteya rêveber ya Herêma Furatê Mihemed Şahîn diyar dike ku qedexe giştî ye lê hin cûre ji firoşgehan dê vekirî bimînin, wek froşgehên şênkayî, pêwistiyên rojane, dermanxane û her wiha nexweşxane.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêla sêyem e ji belavbûna korona li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gor şaneya kirîzê, vê carê belavbûn ji carên berê bihêztir e.