Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdilhelîm Silêman: Karvedan Êrîşên Amerîka Ser Sûriyê li Heremên Kurdî Tune Bû


Di şeva borî de, êrîşên hevbeş ji aliyê Amerîka, Birêtanya û Frensa hin bengehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê kirin armanc û li wan dan, mîna bersivdanekê li ser bikaranînan çekên kîmawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li dijî sivîlan li bajarokê Duma, di 7'ê vê mehê de.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ebdilhelîm Silêman re kir, da ku karvedana van êrîşan li ser kolana Kurdî li Sûriyê şîrove bike.

Birêz Ebdilhelîm dibêje: "Kolana kurdî bê deng maye û tu helwest ne daye di derbarî van êrîşan de, ji ber ku piştî rûdawa Efrînê, Kurdên Sûriyê bêhêvî bûne ji alîkariya welatên derve."

Ser asta siyasî jî, wî anî ziman ku partiyên siyasî yên kurdî, helwestek siyasî zelal ji bo vê rûdawê dernexistine û nedane eşkerekirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00

XS
SM
MD
LG