Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Girtina 6 Salan Mozexaneya Sûrî ya Niştimanî Vedibe


Mozexaneya Tedmur

Berpirsên Sûriyê mozexaneya niştimanî li Dîmeşqa paytext careke din vekirin, piştî girtina şeş salan di encama şerê navxweyî de.

Wezîrê rewşenbîriya Sûrî Mihemed el-Ehmed îro Yekşemê ji payamnêran re got ji nûve vekirina mozexaneyê peyameke rasteqîne ku terorê bandor nedaye ser kelepora Sûriyê.

Di nav entîkeyên mozexaneyê de taoloyên dîwar ku vedigerin sedsala duyem a zayînê, karên destî yên Tedmura navendî û peykerên xwedayên serkeftinê yên Yûnanî.

Şerê navxweyî yê Sûriyê ziyan gihande kelopra zengîn a welêt.

Di dema şer de, desthilatdaran mozexane girt û bêhtirî 300 hezar perçeyên keleporî veşartin, lê hin cih ji aliyê grûpa Daişê ve hatin wêrankirin.

XS
SM
MD
LG