Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûriyê: Welatên Êrîşker Helmeteka “Derewan” Birêve Bir


Serokê Sûriyê Beşar el-Esed

Serokê Sûriyê Beşar el-Esed dibêje êrîşên welatên Rojava dijî welatê wî bûn di demekê de ku helmeteka “derewan” û agahiyên şaş birêve diçû li Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî.

El-Esed îro Yekşemê li gel gurûpeka Siyasetmedarên Rûsî axivî ku serdana wî kirin. Axaftinên wî ji aliyê medya dewletê ve hatin ragihandin.

El-Esed û Rûsya red dikin idîayên karanîna çekên kîmawî ku bûn sedema êrîşa Amerîka, Brêtanya û Frensa dijî Sûriyê.

El-Esed ji serdanerên xwe re got Amerîka, Brêtanya û Frensa helmeteka “derew û agahiyên şaş” birêve bir li dijî Sûriyê û Rûsya.

XS
SM
MD
LG