Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî: Çekdarên Daiş Li Bokemalê Têk Çûn


Bajarê Bokemalê
Bajarê Bokemalê

Medya dewleta Sûrî dibêje hêzên alîgirên hikûmetê gurûpa dewleta Îslamî Daiş têkbir li bajarê Bokemalê yê li ser sînorê Îraqê ku cihê dawî yê gurûpê bû.

Ajansa SANA îro Yekşemê ev nûçe ragihand.

Roja 9ê vê mehê, komandariya artêşa Sûriyê rizgarkirina Bokemalê ragihandibû, piştî ku çekdar jê kişiyan, lê diyar bû ew xefke û çekdaran careka din êrîş kir û di du rojan de bêhtirî nîvî bajêr dîsa kontrol kir.

Tilfizyona el-Menar a Libnanî jî, Têkçûna Daiş li Bokemalê ragihand, û bi awakî zindî raportan ji nîva bajêr radigihîne.

El-Menar girêdayî Hizbullaha Libnanî ye, ku li gel rêjîma Sûriyê şerê Daiş û gurûpên opozisyona Sûrî dike.

XS
SM
MD
LG