Lînkên eksesibilîtî

Koalisyona Navnetewî Dibêje Karwanê Basên Daiş Bû Du Beş


Koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka dibêje karwanê Daiş ê ku ji 17 basan pêk tê û çekdarên gurûpê ji sînorê Libnan dibe rojhilata Sûriyê, bû du beş.

Rê ji bo çekdarên Daiş hatibû vekirin li gor rêkeftinekê ji aliyê çekdarên Hizbullah ve ku bû cihê nerazîbûna Îraqê û koalisyona navnetewî.

Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin herçendî Amerîka gefa bumbekirina karwanê wan da, bi dehan çekdarên Daiş û malbatên wan derbasî navçeyên bin destê Daişê bûn.

Koalisyonê îro Yekşemê got ewê çavdêriya karwanê çekdaran berdewam ke, lê rê na de wan ku tevlî çekdarên Daiş bin li rojhilata Sûriyê û Rojavayê Îraqê.

Ew dibêje dê êrîşên dijî Daiş berdewam bin bê ku ziyan bigihe sivîlan.

XS
SM
MD
LG