Lînkên eksesibilîtî

Îmad Mustefa: Piştî Şikestina DAIŞ Sûriyê Derbasî Qonaxeka Nû Dibe


Hikûmeta Sûrî ragihand, ku bajarê Dêrezorê bi tevahî ji destê DAIŞê rizgarkirye û xistiye jêrî desthilata xwe. Ev serkeftina li dijî DAIŞ li Sûriyê, lawaziya DAIŞ diyar dide. Gelo piştî têkçûna DAIŞ, wê rewşa Sûriyê çawa be? Dibe ku qûnaxeke nû ji danûstendinên siyasî li Sûriye destpê bike?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevan Îmad Mustefa re kir, di derbarî rewşa heyî de û pirsgirêka sûrî piştî DAIŞ.

Birêz Îmad anî ziman, ku hêza DAIŞ ya çekdarî têkdiçe û pirr lawaz bûye, ji ber wê nuha Sûriyê ber bi rewşek nû ve diçe.

Herwiha jî di derbarî Kurdên Sûriye de û paşeroja wan piştî DAIŞê, birêz Îmad dibêje:" Lîstokek navnetewî di herêmê de dibe û tirs li ser rewşa kurdî heye, ku ew bi erzanî bên firotin, ji ber berjewendiyên Amerîka, Tirkiye, Îran û Rûsiya."

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG