Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Rê li Hin Firokên bê Firokvan ên Berguman Digre


Medya Dewleta Sûrî radighîne ku sîstemên welêt ên berevaniya esmanî sê armancên “dijmin” li ser bingeheke esmanî ya Rûsî li herêma qeraxa deryayê xistin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje teqînên ku îro Yekşemê hatin bihîstin ew ji systemên berevaniyê bûn ku rê li êrîşên berguman ên firokên bê firokvan girtin.

Bingeha esmanî ya Rûsî li parêzgeha Laziqiye berê jî bûye armanca firokên bê firokvan.

Çekdarên opozisyonê yên li parêzgeha Idlibê, meha Mijdara borî bi firokeke bê firokvan êrîşî wê bingehê kiribû.

Agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê çavdêriya wê dikin, di van rojên dawî de rastî binpêkirinan tê piştî ku gurûpa girêdayî al-Qaîde zora gurûpên din ên parêzgeha Idlibê bir.

Rûsya vê gavê wek gef û metirsî li ser bingeha xwe ya esmanî dibîne.

XS
SM
MD
LG