Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yeketîya Ewrûpa Daxwaz ji Rijêma Sûrî Dike Êrîşa Biser Îdîlbî Rabiwestîne


Yeketîya Ewrûpa daxwzi ji rijêma Sûrî û hevalbendên wî dike êrîşên leşkerî dijî sivîlan li Îdlîbê rabigre lidema bo hizaran kes ji malên xwe direvin.

Yeketîya Ewrûpa di beyanamekê de liser zarê wezirê derve yê YE Josep Borrell got, tundûtijîya ji aliyê hêzên rijêmê ve li bakorê rojava Sûrîye dive raweste ko sivilan dike qorbanî.

Herwesa gor, dive tevaya aliyên şerker sivîlan biparêzin û rêzê li qanûnên nêf netewî bigîrn.

Yeketîya Ewrûpa daxwaza vekirna riyan dike bo gehandina alikarîyên mirovan bo nizîki 3 milyon penaberan li Îdlîbê.

Beyanama YE da zanin ko ewropa haydare liser hebûna komên tûndrê li Îdlîbê lê eve nabit bibe behane bo armanc kirina sivîlan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG