Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Birçîkirina bi Mebest a Sivîlan li Sûriyê Renge Gunehkariya Şer be


Komisyonerê bilind ê Mafên Mirov li Neteweyên Yekgirtî Zeyd Raad el-Huseyn hikûmeta Sûriyê tawanbar dike bi redkirina gihîştina xwarin û dermanan bo sed hezaran sivîlên dorpêçkirî li gundewarên Dîmeşqa paytext.

Ghûta Rojhilat bêhtirî çar salin ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve dorpêçkirî ye. Bi kêmanî 350 hezar sivîl li wir bê pêwîstiyên jiyanê dimînin.

El-Huseyn rênedana derbasbûna alîkariyan bo xelkê sivîl, wek tengirîn bi nav kir. Wî got wêneyên diltezîn ên zarokên birçî di van rojên dawî de diyar dikin ku xelkê Ghûta Rojhilat rastî kirîzeka mirovî dibin.

Peyvdarê komisyonerê Neteweyên Yekgirtî Rupert Colville dibêje hin gurûpên leşkerî yên ku herêmê kontrol dikin ew jî destêwerdanê di karê rêxistinên mirovahî de dikin.

Ew dibêje pevçûnên di navbera van gurûpan de dibin rêgir li pêş sivîlan, ku bi mehane nikarin bi azadî di nav wan navçeyan de bilivin.

XS
SM
MD
LG