Dengderên Sûrî îro Duşemê çûn ser sindoqên dengdanê da ku endamên parlemaneke nû hilbijêrin, lê hilbijartin li deverên Kurdan û yên opozisyonê pêk nayên.
Ev cara çaran e ku hilbijartinan ji dema destpêbûna şerê navxweyî ve sala 2011’an lidar dikevin.
Dengdan tenê li deverên jêr kontrola rejîma Serokê Sûrî Beşar el Esed pêk tên. Hêzên Kurdan û yên opoziyonê ku deverên cuda yên bakurê welêt kontrol dikin, hilbijartin boykot kirine.
Welatên Rojavayî û rikaberên Esed dibêjin hilbijartin li deverên rejîma Sûrî ne azad in, ne jî dadmend in.
Li parlemana Sûrîyê 250 kursî hene. Di hilbijartinên îsal de 1,516 berbijarên ku ji alîyê hikûmetê ve hatine erêkirin beşdarî kempeynên hilbijartinan bûn. Li 15 herêmên hilbijartinan 8,151 navendên dengdanê hatine vekirin.
Tê çaverê kirin ku encamên dengdana îro Duşemê bi şev yan Sêşemê werin ragihandin.
Di hilbijartinên sala 2020’an de, Partîya Be’is ya desthilatdar 166 kursî bidest xistibû û hevalbendên wê jî 17 kursî. Herwiha, 67 kursî çûn ji berbijarên serbixwe re.
Hilbijartinên îsal di demekê de tên ku rewşa aborîya Sûrîyê bi berdewamî xirab dibe, piştî salên dirêj ji şer, toleyên Rojavayî, pandemîya COVID-19 û kêmbûna alîkarîya biyanî.
Jêder: AP