Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Êrîşên bi Firokên Bê Firokvan Sê Bingehên Niftê Kirin Armanc


Tilfizyona dewleta Sûriyê û wezareta niftê îro Şemiyê got êrîşên ku bawere bi firokên bê firokvan pêk hatine, sê bingehên nift û gazê li navenda welêt kirin armanc.

Ta niha ti aliyekî berpirsiyariya xwe ranegihandiye li dor van êrîşên ku parzûngehên niftê û wiha du bingehên gaza xweristî li parêzgeha Homsê kirin aramnc.

Ji serê salê ve, Sûriyê rastî kêmbûna niftê hatiye, ji ber cezayên welatên rojava û ji ber ku piraniya zeviyên niftê di bin kontrola hêzên Kurdî de ne li rojhilatê welêt.

Tilfizyona dewletê got ew bawer dike ku êrîş bi riya firokên bê firokvan bûne û di heman demê de pêkhatine. Wê got di demeke kurt de agirê parzûngeha Homsê hate kontrolkirin.

Wezareta niftê got êrîşan ziyan gihand beşekî ji yekîneyên berhemhînanê li van bingehan, û wan dest bi çêkirina ziyanan kiriye.

XS
SM
MD
LG