Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alan Hesen: Wê Kuştina Sulêmanî Rê li Giftûgoyên Amerîka û Îranê Veke


Kûştina fermandarê giştî yê Feyleq Al-Qudis ya sûpayê Îranê Qasim Sukêmanî di hilmeteke leşkrî ya Amerîk de di 3 Çileya 2020an de bûye bûyerek navnetewî û tevegerek diplomatî û leşkerî li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê jî saz kirye û kêşeyek siyasî, leşkerî derxistiye holê. Gelo wê bandora vê bûyrê çawa be û di kîjan astê de be, li welatên ku Sulêmanî roleke serekî di rewşa wan de dikir wek Sûriyê, Îraq, Libnan û Yemenê?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevan Alan Hesen re kir, di derbarî vê bûyerê de û guherîna ku bi xwe re hilgirtiye di rewşa herêmê de.

Rojnamevan Alan bawe dike ku , yek ji sedemên kuştina Qasim Sulêmanî li ser destê hêza Amerîkî ew bû ku hikûmeta Amerîkî giftûgoyan bi Îranê re bike, ji ber ku Sulêmanî kelem bû li ber giftûgoyan.

Her wiha jî di derbarî rewşa Sûriyê û ya Kurdên Sûriyê de û bandora kuştina Suleymanî li ser rewşa wan dibêje: "Rola Rûsiya di Sûriyê de xurtir bûye û dibe ku gavên siyasî di nav rêjîm û rikeberiyê de bileztir û bigêrtir bibin, û ji bo kurdên sûriyê jî divê ku berê xwe bi Rûsiya û rêjîmê vekin ji ber wê Amerîka ji herêmê vekişe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:32 0:00


XS
SM
MD
LG