Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Êrîşên Amerîka li Idlibê Metirsiyan Didin Ser Agirbestê


Wezareta Berevaniya Rûsya

Artêşa Rûsya dibêje Amerîka êrîşên esmanî li parêzgeha Idlibê pêkanîne, rêkeftinên berê binpêkirine û agirbesta heyî xistiye metirsiyê, li gor Ajansên nûçeyan ên Rûsya ku wan îro Yekşemê ragihand.

Ajnasa nûçeyan TASS ragihand ku wezareta berevaniya Rûsya gotiye Amerîka di van êrîşan de ne Rûsya û ne jî Tirkiyê agahdarkirine.

Wezaretê got firokên Rûsya û Sûriyê vê dawiyê ti êrîş li herêmê nekirine.

Roja Şemiyê komandariya giştî ya Amerîka ku beşeke ji wezareta Berevaniya Amerîka gotibû hêzên Amerîkî serekirdayetiya al-Qaîde li bingeheke wê ya bakurê Idlibê ji xwe re kir armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got êrîşa esmanî ya nêzîkî bajarê Me`ret Misrîn bêhtirî 40 çekdarî kuştin, ku di nav de komandar jî hebûn.

XS
SM
MD
LG