Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Esmanî de li Idliba Sûriyê 5 Kes Têne Kuştin


Çalakvanên opozisyona Sûriyê dibêjin êrîşên esmanî li ser gundekî bakurê rojavayê welêt 5 kes kuştin.

Berevaniya sivîl a Sûrî ku bi navê Komsipiyan tê nasîn û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got sê jin di nav qurbaniyan de bûn.

Êrîşa esmanî ya îro Yekşemê li gundê Mallaja yê parêzgeha Idlibê bû, ku di bin destê serhildêrên opozisyona Sûrî de ye.

Serokê Sûriyê Beşar Esed hefteya borî gotibû wê hêzên wî nêzîk Idlibê kontrol bikin.

Esed di hevpeyvînekê de got ew niha demekê didine sivîlan ku ji herêmê derkevin. Herêm di bin destê mîlîtanên girêdayî rexistina el-Qaîde de ye.

Demekê berê îsal, hêzên hikûmeta Sûriyê li dirêjiya 4 mehan operasyoneke leşkerî birêve bir û di encamê de bi sedan hezar kes bêşûnûwar bûn.

Meha Tebaxê, di encama agirbesteke lawaz de êrîşa hikûmetê hate rawestandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG