Hêzên hikûmeta Sûriyê aliyê başûrê parêzgeha Idlibê topbaran kir, li gor çavkanî û rûnişvanên herêmê ku ev bû du hefte agirbesta rêjîmê şer giran rawestandibû.
Topbaran li bajarê Maarat el-Numan û gundên derdorê li dirjiya du rojan bû, piştî ku firokan êrîşên esmanî roja pênşemê pêk anîn.
Berpirsekî serhildêran got wan şervanên xwe amade kirin û ew niha di eniyên şer de ne.
Berpirsê gurûpa Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê Najî Mistefa got:
“Em bi awakî rasterast bersiva êrîşan didine û jêderên êrîşan dikine armanc ji xwe re.”
Agirbetsa ku rêjîma Sûriyê di roja 31 Tebaxê de ragihandibû, hinekî êrîşên esmanî û şerê giran rawestandibûn.
Hikûmeta serok Beşar Esed û hevalbenda wê Mosko got wan bersiva êrîşên çekdarên girêdayî el-Qaîde didan.
Roja Duşemê wê serokê Tirkiyê RecepTayyib Erdogan mêvandariya serokên Rûsya û Îranê bike ji bo gutûbêjkirina pêşketinên dawî li Idlibê.