Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriyê Hin Navçeyên Din Ji Dest Serhildêran Digrin


Hêzên hikûmeta Sûriyê îro Şemiyê hin navçeyên din li bakurê rojavayê welêt ji dest çekdarên opozisyonê girtin, di demekê de ku Tirkiyê piştgiriyên bêhtir dişîne wir, li gor medya dewletê û çalakvanên opozisyonê.

Operasyona hikûmetê di van hefteyên borî de kirîzeke mirovahî li wir çê kir ku nêzîkî 600,000 kes ji malên xwe reviyane, li gor Neteweyên Yekgirtî.

Tê zanîn, serhildêrên opozisyonê piraniya parêzgeha Idlibê û hin beşên parêzgeha Helebê kontrol dikin ku dora 3 milyon kes lê dimînin û gelek ji wan ji navçeyên din ên Sûriyê hatine.

Komandarekî artêşa Sûrî ji tilfizyona dewletê re got:

“Armanca me ew e pakirina riya sereke ji terorîstan.”

Mebesta komandar ew e riya M5 a ku bajarê Helebê û Dîmeşqa paytext bi hev ve girê dide.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got hîn 30 kîlometir li pêş hêzên hikûmetê mane, ta ku riya sereke bi temamî kontrol bikin bo yekem car ji sala 2012an ve.

Tilfizyona dewletê îro Şemiyê ragihand ku hêzên hikûmetê 4 gundên Helebê kontrol kirine.

Ev êrîşên hêzên hikûmetê dibin di demekê de ku Tirkiyê piştgiriyê dişîne Idlibê, li gor Çavdêriya Sûrî ku got ji êvara Înê ve, Tirkiyê karwanekî ji 430 erebeyan derbasî Sûriyê kir û jimara erebeyên ku ji hefteya borî ve derbasî Idlibê bûyî gihiştiye 1,000 erebe.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG