Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtijiya li Parêzgeha Idlibê her Diçe Zêdetir Dibe


Berpirsekî leşkerî yê Sûriyê dibêje çekdarên opozisyonê xwe amade dikine ji bo êrîşkirina navçeyên di bin destê hikûmetê de.

Axaftinên berpirsê Sûrî ji ajnasa SANA re hatin di demekê de ku parêzgeha Idlib û derdora wê rastî pêla herî xerab a tundûtijiyê tên ji dema agairbesta ku Rûsya û Tirkiyê sala borî îmzekiribû ve.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje firokên Sûriyê û topxaneyên wê parêzgehên Idlib û Hema bumbebaran dikine.

Çavdêriyê got topbarana hikûmetê herî kêm sê kes kuştin.

Medya girêdayê hikûmetê got serhildêran gundên aliyê din ê eniya şer topbaran kirin.

Hêzên hikûmetê di van rojên dawî li wan navçeyan xwe ji êrîşan re amade dikine.

XS
SM
MD
LG