Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keşûhewaya Sar Kirîza Bêşûnûwarbûyên Sûriyê Xerabtir Dike


Operasyona leşkerî ya li bakurê rojavayê Sûriyê rewşeke caresat ji bo xelkê sivîl derxistiye holê, ku bi sedan hezar kes ji ber şer reviyane û gelek ji wan li cihên vekirî û di binê daran de dimînin, ku qeşa û sermayeke zor heye.

Helmeta leşkerî li parêzgeha Idlibê û derdora Helebê her wiha bi sedan sivîl kuştine.

Keşûhewa sar bû sedema mirina 10 kesan, di nav de jî malbateke ku agir bi çadira wan ket û tê de xeniqîn, li dor Mihemed Hallaj, cordînatorê gurûpa bersivdana tengaviyan.

Nîzar Hamadî yê 43 salî, birayê xwe û sê endamên din ê malbata xwe jidest dan. Malbata wan gelek caran bêşûnûwar bûn da ku ji ber operasyona hikûmeta Sûriyê birevin.

Kurê wan ê ku li çadireke din razayî bû ji xew radibe, tê çadira wan û dibîne ku hemî xeniqîne.

Peyvdarê Neteweyên Yekgirî Stephane Dujarric roja Înê got ku operasyona Sûriyê ya bi piştgiriya Rûsya, ji meha Berçile ve bêhtirî 830,000 bêşûnûwar kirine. Di sê rojên borî de, herî kêm 143,000 kes bêşûnûwar bûne.

XS
SM
MD
LG