Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûriyê Derbasî Parêzgeha Idlibê Dibin


Hin Çekdarên Tehrîr el-Şam
Hin Çekdarên Tehrîr el-Şam

Hêxên hikûmeta Sûriyê derbasî hin beşên biçûk ên parêzgeha Idlibê bûn li bakurê rojavayê welêt, cihê ku serhildêr kontrol dikin û ev salin dirêjin desthilata serokê Sûriyê Beşar Esed lê nemaye.

Li dirêjiya çend hefteyan e, hêzên hikûmetê hewil didin ji aliyê parêzgeha Hemayê ve derbasî Idlibê bin.

Medya leşkerî ya hêzên hikûmetê got hêzên Sûriyê îro Şemiyê gundê Til el-Xenazîr li qeraxên parêzgehê kontrol kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got Til el-Xenazîr hate control kirin piştî şerekî giran û êrîşên esmanî.

Desteya Rizgarkirina Şamê ya girêdayî el-Qaîde, ku beşên befreh ji parêzgeha Idlibê kontrol dike, doh Înê fermaneka ayînî belav kir ku banga xweamadekirineka gelêrî dike ji bo “vegerandina êrîşa hovane ya hikûmeta mirdar.”

XS
SM
MD
LG