Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriyê Êrîşên Xwe li Idlibê Berfereh Dikin


Çalakvanên Sûriyê dibêjin hêzên hikûmetê êrîşên xwe yên li ser erdê berfereh dikine li parêzgeha Idlibê ku bingeha dawî ya serhildêran e.

Ev êrîş dibin di demekê de ku bang tên kirin ji bo rêzgirtina agirbesta ku Tirkiyê û Rûsya sala borî îmzekiribû.

Navenda medya leşkerî ya girêdayî hikûmeta Sûriyê îro Şemiyê got hêzên hikûmetê gurûpa girêdayî al-Qaîde ji gundê Mîdan Xezal ê parêzgeha Idlibê derxist.

Êrîşa hikûmetê ta niha li derdora parêzgeha Idlibê û deştên Ghab û Hemayê bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye destkeftên nû yê hikûmetên piştrastkirin, lê got ew hemî li Hemayê bûn.

Ew dibêje hêzên hikûmetê 9 gund kontrol kirine.

Şerê li herêmê ku roja 30 Nîsanê dest pê kir, ew xerabtirîn binpêkirin e ji agirbesta sala borî re.

Endamên Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî doh Înê banga vegera aramiyê kir.

XS
SM
MD
LG