Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Topbaran Serhildêran 6 Sivîl li Bakurê Rojavayê Welêt Kuştin


Medya dewleta Sûrî ragihand ku topbarana çekdarên opozisyonê li ser bajarokekî di bin destê hikûmetê de 5 zarok û jinekê kuştin.

Tilfizyona dewletê got topbarana îro Yekşemê ziyaneke berferh gihandiye bajarokê Suqeylebiyeh.

Ajansa nûçeyan a dewletê SANA got hêzên Sûriyê jî wek tolvedan bingehên çekdaran li derdora parêzgeha Idlibê topbaran kirin.

Gurûpa girêdayî al-Qaîde Desteya Rizgarkirina Şamê ew gurûpa sereke ye li herêmê.

Parêzgeha Idlibê ji roja 30ê Nîsanê ve rastî pêleke tundûtijî hatiye ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin û dora 150 hezar kes ji malên xwe reviyane.

Hêzên hikûmeta Sûriyê bû çend rojin bi piştgiriya êrîşên esmanî operasyoneke leşkerî li herêmê destpêkiriye û ta niha jimarek gund xistine bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG