Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûriyê Kuştina 7 Kesan di Êrîşên Hikûmetê de Radigihînin


Çalakvanên Sûriyê dibêjin êrîşên esmanî yên hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyê aliyê başûrê parêzgeha Idlibê ji xwe re kir armanc û di encama êrîşkê de 7 kes hatin kuştin ku di nav wan de zarok jî hebûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got sê zarok di nav kuştiyên îro Şemiyê de bûn li gundê Dêr el-Şerqî yê başûrê Idlibê.

Ajansa nûçeyan Sîqa ku çalakvan bi rêve dibin, wê jî ziyanên îro ragihandin.

Bilindbûna jimara êrîşên esmanî û topbaran van rojên dawî, jimara qurbaniyên sivîl jî bilind kiriye, di demekê de ku hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsya operasyonekê li parêzgeha Idlibê pêk tîne.

Êrîşên esmanî yên şeva borî jî herî kêm 13 kes kuştin ku di nav wan de jî zarok hebûn.

Parêzgeha Idlibê ku 3 milyon sivîl lê dimînin û bingeha serhildêran ne, ew ji aliyê hêzên hikûmetê ve û navçeyên bin kontrola Tirkiyê de dorpêçkirî ye.

XS
SM
MD
LG