Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hêzeke Leşkerî ya Nû li Sûriyê Ava Dike


Rawêjkarên leşkerî yên Îranê hêzeke leşkerî ya nû li Sûriyê ava dikine ji bo bihêzkirina ecindeyên Îranê li herêmê, li gor raporteke çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye.

Çavdêriyê got Îranê herî kêm 1,200 mîlîtan li deverên ciyawaz ên Sûriyê komkirine ji bo avakirina vê hêza nû.

Hin çavkaniyên Îranê jî got berpirsên Îranê û Sûriyê ji zû ve avakirina hêzeke wiha dabûne berçavan.

Peyamnêrekî Îranî yê berevaniyê ku nexwest navê xwe diyar bike, ji Dengê Amerîka re got ku Tehran û Dîmeşqê di meha Gulan a sala 2017ê de li dor vê pirojê lihev kirine.

Wî got avakirina her koalisyonekê ku armanc jê bihêzkirina bexwedanê be li dijî Îsraîlê, ew cihê razîbûn û bixêrhatinê ye.

XS
SM
MD
LG