Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Sûriyê Şervanekî Kurd Tê Kuştin û Du Brîtanî Birîndar Dibin


Di encama êrîşeke moşekan a gurûpa Daişê de li rojhilatê Sûriyê herî kêm şervanekî Kurd hate kuştin û du serbazên Brîtanî birîndar bûn, li gor raportên xwecihî ku behsa şerekî tund li nêzîkî sînorê Îraqê dikin.

Tora medyayî ya Rudawê got rewşa tenduristî ya herdû serbazên Brîtanî baş e.

Tevî ku hikûmeta Brîtanî agahiyên berfeh li dor serbazên xwe dabîn nake, lê hêzên taybet ên Brîtanî li rojhilatê Sûriyê hene.

Brîndarbûna serbazên Brîtanî tê dîtin wek yekem ziyana koalisyona navnetewî ya dijî Daişê, piştî biryara serok Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, di raporeteke xwe de îro Yekşemê got êrîşa Daişê ya doh li gundê Şaafa yê parêzgeha Dêrazorê pêkhat.

Çavdêriyê got şervanekî Kurd hate kuştin û sê kes birîndar bûn, di nav de jî herdû serbazên Brîtanî ku bi riya balafirekê ji meydana şer bo nexweşxanê hatin veguhestin.

XS
SM
MD
LG