Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Sûrî li Bingehên Daiş ên Dawî Yên Navenda Welêt Pêş Dikeve


Hêzên Rûsî li Sûriyê

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov, ku bingeh li Londonê ye, îro Şemiyê ragihand ku artêşa Sûrî û hevalbendên wê li navenda welêt şerê kontrolkirina cihên dawî yên Daiş dikin, piştî rizgarkirina gundê Uqeyrebat doh Înê.

Cihên Daiş ên nêzîkî bajarokê Selemiye li ser riya sereke ya di navbera bajarên Homs û Helebê de, ev bû çend meh in bûne meydana şerekî giran.

Hikûmeta Sûrî, dûrxistina Jîhadiyan ji riya sereke wek gaveke girîng dibîne ji bo ewlekariya rê.

Artêşa Sûrî, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî û her wiha mîlîtanên Şîiî û bi taybetî çekdarên Hizbullah a Libnanî, îsal pêşketinên berbiçav dijî Daişê li wan herêman qezenc kirin .

Artêş fişarê di vê derbarê de dike ji bo vekirina rê bo parêzgeha Dêr el-Zorê li ser çemê Ferêt.

Çavdêriyê got artêşê her wiha hin gundên din li herêmê kontrol kirin û şerên giran hîn berdewam in.

XS
SM
MD
LG