Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê îro Şemiyê got, Îsraîlê êrîşeke esmanî li ser firokexaneya Şamê ya navdewletî û çeperên din li başûrê paytextê pêk anîn û di encamê de 5 serbaz hatin kuştin û ziyanên madî jî bûn.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku berevaniya esmanî ya Sûriyê êrîş vegerand û karîbû piraniya mûşekan bîne xwarê.
Ti piştrastiyeke tavilê tunebû ku êrîşan bandor li operasyonên firokxaneyê kirine yan na.
Artêşa Îsraîlê got ku ew li ser raporên biyanî şîrove nakin.
Çavkaniyên dîplomatîk û îstixbaratî yên herêmî ji ajansa Reutersê re got, Îsraîlê êrîşên xwe li ser firokexaneyên Sûriyê zêde kirine ji bo astengkirina bikaranîna zêde ya Îranê ji xetên dabînkirina esmanî re, ji bo gihandina çekan ji hevalbendên xwe yên Sûriyê û Lubnanê re, di nav de Hizbullah.
Tehran veguhestina esmanî wekî rêyeke pêbawer bikar tîne ji bo gihandina alavên serbazî bo hêzên xwe û çekdarên hevalbendên xwe li Sûriyê, piştî astengkirina veguhestinên bejayî.
Bi sed hezaran Sûrî mirine û bi milyonan kes bê mal mane, piştî ku xwepêşandanên dijî serokê Sûrî Beşar el-Esed di sala 2011an de bûn şerekî navxweyî û hîşt ku hêzên biyanî derbasî Sûrîya bin û herêmên cûda yên kontrolê hatin damezrandin.
Çavkanî: Reuters