Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Bêşûnûwarbûyên Sûrî yên Ser Sînorê Urdunê Vegeriyan Sûriyê


Berpirsekî Neteweyên Yekgirtî îro Yekşemê got piraniya bêşûnwarbûyên Sûrî, yên ku li herêma bazirganiya azad a di navbera Urdun û Sûriyê de kombûbûn, vegeriyan Sûriyê.

Kordînatorê mirovahî yê Neteweyên Yekgirtî li Urdunê Anders Pedersen got bi hezaran xelk li nêzîkî dergehê sînorî Nesîb Jaber kom bûbûn niha tenê 150 ta 200 kes li wir man e.

Neteweyên Yekgirtî dibêje êrîşa hikûmeta Sûrî ya dijî serhildêran, ku Rûsya piştgiriya wê kir, di du hefteyên borî de bêhtirî 320,000 kes bêşûnûwar kirin.

Derdora 60,000 kes xwe li sînorê Urdunê girt û bêhtirî wan berê xwe da girên Golanê li Îsraîlê.

Urdun û Îsraîlê, herduwan jî got ew nahêlin penaber derbasî nav axa wan bin. Wan hin alîkariyên mirovahî derbasî nava Sûriyê kirin.

XS
SM
MD
LG