Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriyê Hin Pêşketinên din li Rojavayê Xan Şêxûn Qezenc Dikin


Bajarê Xan Şêxûn
Bajarê Xan Şêxûn

Medya dewleta Sûriyê û çalakvanên opozisyonê dibêjin hêzên hikûmeta Sûriyê hin pêşketinên din li bakurê rojavayê welêt qezenc kirine û bêhtir nêzîkî bajarê Xan Şêxûn bûne.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA got hêzên hikûmetê îro Yekşemê di şerekî giran de li dijî çekdaran pêşketin bi dest xistine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got hêzên hikûmetê niha yek kîlometir nêzîkî bajarê Xan Şêxûn in.

Operasyona hikûmetê roja 30 meha Nîsanê dest pê kir û ji wê demê ve bêhtirî 450,000 kes bêşûnûwar kiriye.

Wan bi piştgiriya Rûsya jimarek gund li başûrê parêzgeha Idlibê kontrol kiriye.

XS
SM
MD
LG