Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Şeveke Şer Bajarê Kobaniyê Aram e


Rewşa Li bajarê Kobaniyê îro Şemiyê aramiyeke heye piştî şeveke şer a vegeuhestina topbaranan li ser herdû aliyê sînor di navbera Tirkiyê û hêzên Kurdên Sûriyê.

Xelkê Kobaniyê bi şev ji bajêr derdikevin û li aliyê başûrê bajêr di nav darên zeytûnan û li çolan dimînin û bi roj jî jimarek ji wan vedigerin nava bajêr.

Peyamnêrê Dengê Amerîka li Reqa Rêber Kalo ku îro li Kobaniyê bû got şer niha bêhtir li gundewarên Girê Spî dibe.

Kalo got jimarek rûniştvanên Girê Sipî hîn li nava bajêr in, lê yên gundan ji malên xwe derketine û berê xwe didine Eyn Îsa û Reqa û Kobaniyê.

Ji bo agahiyên bêhtir li raporta deng guhdarî bike

Hevpeyvîna Dexîlê Şemo li gel Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00


XS
SM
MD
LG