Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Topbarana Herêma Kobaniyê De Qurbanî Hene


Kobani
Kobani

Peyamnêrê Dengê Amerîka li Kobaniyê Mehmûd Balî got Îro Şemiyê herêma Kobaniyê hat topbarankirin û hejmarek qurbanî hene.

Li navenda bajêr du top ketin û topek li gundê Memîtê yê nêzîkî bajêr ket.

Topbarana bêhtir li gundewarên rojhilatê Kobaniyê bû, bi taybetî li gundên Cirin û Xanê û Kopirlik.

Li gor agahiyên seretayî, li navenda bajêr 5 kes birîndar bûne û li gundewarên bajêr mêrekî 80 salî jiyana xwe ji dest da û dora 15 kesan jî birîndar bûne ku di nav wan de zarok û jin jî hene.

Dukandarekî gundê Cirin bi navê Ehmed, ji Dengê Amerîkayê re got, “topbaranê hejmarek welatî bûn qurban, ziyanên madî hene, tirsek ket nava xelkê û hin ji wan hewl didin ji gund birevin.”

Ajansa Hawar ya nûçeyan ragihand ku Tirkiyê ev êrîş pêk anîne û welatiyekî bi navê Îbrahîm Şerîf li gundê Xanê jiyana xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG