Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Kobanîyê li dor Têkçûna Diyaloga Kurdî bi Xem in


Neşteciyên bajarê Kobanê ji têkçûne diyaloga Kurdî -kurdî metirsîdarin, nameze piştî belvbûna hin agahiyan li ser torên civakî ku diyalog hatin rawestandin.

Welatî diyar dikin, ku tenê serkeftina diyalogê û pêkanîna yekrêzî hêvîya wan a aramiyê û awlhiyê ye, ku tu êrîşin nû li ser deverê pêknên, ji ber wê yekê bengê li tevgera Kurdî dikin ku bercewandiyên gel xwe bikin armanc.

Endamê encumana niştîmanî (ENKS) Yaşr Haj Alî ji Dengê Amerîka re tekez dike, ku diyalog berdewam e, û agahiyên hatine belavkirin jî ne rastin, û diyar dike, ku wan gelak gav avêtin e, û dibêje: dive ku gel qêxesiz be û yekrêzî dê di demeke nêz de bê ragihandin .

Ji aliyê xwe ve jî Brîvan Hesen perbirsa partiya PYD li herêma Firatê wê yekê tekez dike, ku pêngavin yekrêziyê berdewam in, û ew wek partiya PYD di vê gavê de pir cedî ne, û dê kar û xebatê bikin ku yekrêzî bi serkev e.

Her wiha dide zanîn ku eghiyên rawistandinê ji aliyê dijminin Kurdan ve tên belavkirin, bi armanca tevleheviyê di nav civakê de rû bidin û baweriya xelkê bi tevgera kurdî tune bikin

Diyaloga kurdî -kurdî ku ji heyama salekê ve dest pêkiriye , pir caran rastî hin astengiyan tê , ew yek jî li gor serkerdeyên tevgera Kurdî dibe fersendek li cem kes û aliyên dijî yekrêzî ku agahî û daxuyaniyên ne rast belav bikin, û moralên gelê Kurd bişkînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00


XS
SM
MD
LG