Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Kobanîyê Gazinan ji Kêmbûna Ava Vexwarinê Dikin


Bajarê Kobanîyê

Roj bi roj ava vexwerinê li bajarê Kobanîyê kêm dibe, ta gihişt astekê ku metirsî çê dibin ku bajar ji ava vexwerinê bêpar bimîne.

Ferhad Mihmed, rêveberê desteya avê li herêma Firatê da xuyakirin ku ava çemê Firatê pir kêm bûye, û dûrî jêderê şandina avê ji bo Kobanîyê ketiye , her wiha da zanîn ku ji bilî vê jêderê tu jêder tûne ye, ev yek jî metirsiyake ji asteke mirovahî peyda dike.

Ferhad Mihmed aşkere kir ku kêmbûna ava çemê Firatê ziyanê li tevahî derfetên jiyane dike, ku çotkar jî dikevên metirsiya têkçûna mûsima wan, lê ya girinîg ku tenduristîya mirovan dikeve bin metirsiyake pir mezin, ji bir ku bi daketina asta avê, neçar dimînin bi awayekî zindî avê veguhêzin û nikarên paqiş bikin.

Hêjayê gotinê ye, ku li bajarê Kobanîyê bi tenê 20 hezar mal ji ava çemê Firat veduxwin, ji bilî 38 gund hewîrdora wê, û bi kêm bûna avê, dê bajar û gund tî bimînin, û pêwîste çareserîyek bi lez bê dîtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00


XS
SM
MD
LG