Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Kurdên Sûrîyê li Opozisyona Ereb Bê Hêvî Dibin


Li gor ajansa Associated Press, bêhêvîbûna Kurdên Sûrîyê ji Opozisyona Ereb zêdetir dibe.

Kurd di wê bawerê de ne ku dibe ku opozisyon, her wekî rejîma Beşar El Esed, mafên wan binpê bikin.

Herçende bi dehan hezar Kurd xwepêşandanan dikin, lê belê piranîya 2.5 milyon Kurdên Sûrîyê li bendê dimînin û xwe nakin alîyekê şerê Sûrîyê.

Kurd her wekî Mesîhî, Alawî û kêmanîyên din ji paşeroja Sûrîyê ditirsin eger rejîma sekular a Beşar El Esed nemîne û ji ber vê sedemê bi hêzên xwe beşdarî serhildanê nabin.

XS
SM
MD
LG