Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samî Dawûd: Parastina Berjewendiyên Amerîka Di Sûriyê De Bi Hêzên Kurdî Ve Girêdayî Ye


Di kombûna Kongirisa Amerîkî de, di 31 meha bûrî de, 68 endaman dengê xwe da bo biderengxistina vekêşana hêza Amerîka ji Sûriyê li himberî 23 endaman.

Ev dengdan diyar dide ku gellek ji karmendên hikûmeta amerîkî ne bi biryara serok Donald Trump re bo vekêşana hêza amerîkî ji Sûriyê di dema nuha de.

Di derbarê ev guherîna nerîn û helwestên siyasî de li ser Sûriyê û Kurdên wê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û lêkolîner Samî Dawûd re kir.

Nivîskar Samî anî ziman, ku ev guherîna helwestên siyasî dibin, ji ber ku hêzên Kurdî li Sûriyê û Îraqê xwe dan pêş û diyar dan ku ew hêzên herî bikêrhatî ne di şerê li dijî DAIŞê , ya din jî alîgir in ji Amerîka re .

Her wiha jî li ser rola Kurdan û erkê wan di derbarê vê qonaxê de ew dibêje:" Ji Kurdan tê xwestin ku dûrî nerînên xwe yên Idyolocî kevin, û li berjewendiyên siyasî yên hevbeş li hev bikin."

Hevpeyvîna Samî Dawûd-2-2-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:22 0:00

XS
SM
MD
LG