Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî li Washington bi Encûmena Niştîmanî ya Kurdî re Kom Dibin


Wezareta Derve ya Ameîkî.

Şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê li Wezareta Derve ya Amerîkî li Washington bi karbidestên Amerîkî re kom dibin.

Peyvdarê Wezareta Derve dibêje ku şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bi balyoz Robert Ford û balyoz Frederic Hof re kom bûn.

Ford û Hof piştgîrîya xwe bo mafên mirovan yên hemû Sûrîyan û guherîna sîyasî li wî welatî ragihand da ku piştrast bikin ku hemû pêkhatên gelê Sûrî li Sûrîya ya nû cihê xwe digirin.

Şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê herwiha bi Jeffery Feltman Alîkarê Wezîra Derve û endamên Kongresê re kom dibin.

XS
SM
MD
LG