Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Êrîşeke Xwekujî de li Minbijê 8 Kes Birîndar Dibin


Wêne ya Êrîşa Meha Çille ye

Berpirsekî hêzên alîgirên Amerîka li bajarê Minbijê dibêje xwekujekî bi erebeyeke bumbekirî li nêzîkî erebeyeke leşkerî xwe teqand û di encamê de 8 kes birîndar bûn ku piraniya wan sivîl in.

Berpirsê encûmena leşkerî ya Minbijê Şervan Derwîş, êrîşa îro Şemiyê di demekê de bû ku erebeyeke leşkerî û hin otombêlên sivîl debas dibûn.

Wî got 7 sivîl birîndar bûn ku birîna yekî giran e û birîndarê 8an jî şervan e.

Çavdêriya Sûrî ya mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, wê jî teqîn ragihand û got jimarek sivîl û şervan birîndar in.

Kesekî berpirsiyariya êrîşê ranegihand, lê gurûpa Daişê meha Çille êrîşek li Minbijê pêkanî û di encamê de 19 kes hatin kuştin ku di nav wan de 4 Amerîkî bûn.

XS
SM
MD
LG